Cotmeh 11, 2018 09:25 Asia/Tehran
  • Rûsya: Çekdar ji Idlibê derdikevin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihand ku ji hezaran zêdetir çekdar ji devera bêçek a Idlibê derketin.

Maria Zaxarova di derbarê vê mijarê de ragihand ku ji hezaran zêdetir çekdar ji Idlibê derketine.

Li gor rêkeftina Rûsya û Tirkiyê pêwîst e heta 15ê Cotmehê grûpên çekdar ji wê devera bêçek derkevin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî îro li ser heman mijarê axivîbû û ragihandibû: “Proseya bêçekkirina wê devera li Idlibê bicî tê û niha ev prose weke pêwîst birêve diçe. Tirkiye bi awayekî aktîv li gel wan grûpên li Idlibê di têkiliyê de ye.”

Lavrov diyar kir ku ne girîng e ku ev prose yek du rojan dirêj bibe û got, “Ya girîng ew e ku ev prose birêve diçe. Em bi awayekî aktîv piştevaniya hewldanên şirîkê xwe Tirkiyê dikin.”