Cotmeh 10, 2018 10:06 Asia/Tehran
  • Berpirsê leşkerî yê têrorîstên Cebhet ul Nusrê li başûra rojavaya Idlibê hat kuştinê

Çavkanîyên ser bi neyarên sûrî ragihandin ku berpirsê leşkerî yê têrorîstên Cebhet ul Nusrê li başûra rojavaya Idlibê hat kuştinê.

Li gorî rapora malpera Al Ahdê, Çavkanîyên ser bi neyarên sûrî ragihandin ku Ebûmihemed Colanî berpirsê bereya têrorîst a Al Nusrê ku ser navê Ebûyûsif Cizrawî dihat naskirinê û welatîyê Erebistanê bû, li nêzîkî gundê Meiratê li derdora başûra rojavaya Idlibê de hat kuştinê.

Çavkanîyên sûrî jî ragihandin: Piştî kukomên çekdar ên Enqere pişta wan digire, vekişandina çekên xwe yên giran ji devera navbirr a li Idlibê destpê kirin, ev navça ji derdora Laziqîyê heta Hema, Idlib û Helebê veguherîye devera bêçek.

Koma têrorîst a bi navê Cebheya Niştîmanî Bo Rizgarkirinê ya ser bi Tirkiyê jî duh ragihand: "Em li gor rêkevtinê çekên giran ji deverê vedikişînin, plana me berdewam e, em dixwazin ev pirs bi yekcarî bidawî bibe."

Li gor rêkevtina Putin û Erdogan a derbarê devera bêçek li Idlibê de, divê 10`ê Cotmehê çekên giran bi kûrahiya 15-20 kîlometreyan bên vekişandin, 15`ê Cotmehê jî çekdarên radîkal li deverê nemînin.