Cotmeh 10, 2018 07:56 Asia/Tehran
  • Tirkîyê 260 hezar Tirkmen û Ereb li deverên kurdnişîn ên di bin kontrola xwe li Sûrîyê de bi cih kirine

Artêşa Tirkîyê û Artêşa Azad a Sûrîyê heta niha herîkêm 260 hezar Ereb û Tirkmen ên sûrî li kantona Efrînê û deverên din ên kurdnişîn ên di bin kontrola xwe li Sûrîyê de bi cih kirine.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Zer News`ê, li gorî zanyarîyên ku ji sazîyên sivîl ên sûrî hatine wergirtinê, hêzên Artêşa Azad a Sûrîyê û artêşa Tirkîyê piştî dagirkirina Efrînê û şarên derdora vê kantona kurdnişîn, heta niha herîkêm 260 hezar Ereb û Tirkmen ên sûrî li vê kantona kurdnişîn û deverên din bin kontrola xwe bi cih kirine û heta li gorî angaşta hin mêdyayên kurdan Tirkîye, Tirkmenên Çînê jî vediguhêze kantona Efrînê.

Artêşa Tirkîyê ku bi merema girtina pêşîya pêkhatina korîdoreke kurdî li bakura Sûrîyê dest bi hin opêrasyonan li vê herêmê kirîye, piştî dagirkirina Efrînê dest bi guhertina demogirafîya vê deverê kir, mijara ku bi caran bûye sedema rexneya çalakên sîyasî û sivîl ên sûrî.