Cotmeh 09, 2018 20:00 Asia/Tehran
  • Hin têrorîst bi çekên giran ji Idlibê vekişîyan

Li navçeya El-Îs ku dikeve başûrê parêzgaeha Helebê û hevsînorê Idlib û Hemayê ye, têrorîstên koma bi navê Cebheya Niştîmanî Bo Rizgarkirinê ya ser bi Tirkiyê ve rêkevtina Putin-Erdogan a kivşkirina devera bêçek cîbicîh dikin.

Koma têrorîst a bi navê Cebheya Niştîmanî Bo Rizgarkirinê ya ser bi Tirkiyê ragihand: "Em li gor rêkevtinê çekên giran ji deverê vedikişînin, plana me berdewam e, em dixwazin ev pirs bi yekcarî bidawî bibe."

Li gor rêkevtina Putin û Erdogan a derbarê devera bêçek li Idlibê de, divê 10`ê Cotmehê çekên giran bi kûrahiya 15-20 kîlometreyan bên vekişandin, 15`ê Cotmehê jî çekdarên radîkal li deverê nemînin.