Cotmeh 09, 2018 18:02 Asia/Tehran
  • Fermanan Lêbihurîna Gelemperî ji bo hemî eskerên reviyayî li Sûriyê hat dayînê

Serokomarê Sûriyê îro anku Sêşemiyê fermana Lêbihurîna Gelemperî ya kesên ku li nav an derveyî welêt ji leşkeriya neçarî reviyane, derxist.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê SANA Newsê, Bişar Esedê serokomarê Sûriyê bi dayîna vê hikmê ragihand: "Ev Lêbihurîna Gelemperî hemî kesan digire ber xwe ku beriya vê rojê yanî îro 9ê Cotmeha 2018an, ji leşkeriya neçarî li artêşa Sûriyê reviyane".

Li gorî vê raporê, Ev Lêbihurîna Gelemperî leşkerên revyayî ji destê pêvajoya dadweriyê nagire ber xwe; Meger leşkerên ku li nav welêt reviyane di heyama çar mehan  û leşkerên ku li derveyî welêt reviyane di heyama 6 mehan xwe bidin nasandin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.