Îlon 16, 2018 11:19 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna bajarê Minbicê kesek hat kuştin û heft kes birîndar bûn

Di encama teqîna bombeyeka danandî li navenda bajarê Minbicê li bakurê parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê kesek hat kuştin û heft kes birîndar bûn.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê SANA Newsê,  Hevdem digel qewimîna teqîna bihêz li bajarê Minbicê çavkaniyên sûrî qala birîndarbûna Eyhem mTalib Yehya berpirsê leşkerî yê bereya nasyar bi Rizgarkera Neteweyî li bereyên derdora başûrê rojhiltata Idlibê li operasiyona artêşa Sûriyê kirin.

Ev teqîn 48 saetan piştî teqîmna bombeyê li Kolana El Hikmetê ya Minbicê qewimî ku di encamê da zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Ebu Herdûbê li derdora başûrê rojhilata Dêra Zorê jî ji ber teqîna bombeya danandî ya têrorîstên DAIŞê kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeka din, Hêzên çekdar ên Tirkiyê çekên nû ji wan şeş tankl, 10 panzêr û erebeyeka taybet şandin navendên çavdêriya vî welatî li nêzikî gundê Şêr Mexarê li derdora bakurê rojavaya Hemaha Sûriyê.

Li gorî vê raporê, Beşeka van çekan bo navçeya Eştebreqê ya Cesr El Şexurê hatine veguhestin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Israîl gellek dilgiranê têkçûna têrorîstan li Sûriyê ye.