Îlon 16, 2018 11:00 Asia/Tehran
  • Êrîşa mûşekî ya Rêjîma Siyonîst li ser Şamê / Pedafenda hewayî ya Sûriyê mûşekên Israîlê xistin

Mêdyayên sûrî Şemiyê bi şev qala êrîşa mûşekî ya Rêjîma Siyonîst li ser firokexaneya navneteweyî ya Şama paytexta vî welatî kirin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA Newsê ragihand ku artêşa Sûriyê bersiva êrîşên mûşekî yên Rêjîm,a Siyonîst li ser firokexaneya Şamê daye.

Li gorî rapora SANA Newsê, Pedafenda hewayî ya Sûriyê çend mûşekên Rêjîma Siyonîst şopandine û ji nav birine.

Hin çavkaniyên din ên nûçeyan ragihandin ku Rêjîma Siyonîst şeş mûşek kewkî ser firokexaneya Şamê kirine.

Rêjîma Siyonîst roja Duşemiyê, 3ê Îlona 2018an, jî pênc mûşek kewkî ser baregeheka leşkerî ya Sûriyê li navçeya Wadî Eypûnê li derdora rojavaya Hemahê li rojavaya vî welatî kirin.

Pedafenda hewayî ya Sûriyê ev pênc mûşek şopandin û xistin xwarê.

Israîlê pêştir jî bi armanca piştevaniya ji têrorîstan, bareeghên artêşa Sûriyê û binavahiyên vî welatî dabû ber êrîşê.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Israîl gellek dilgiranê têkçûna têrorîstan li Sûriyê ye.