Tebax 12, 2018 17:15 Asia/Tehran
  • Awareyên sûrî hez dikin vegerin welatê xwe

Navenda Wergirtin û Belavkirina Awareyan li Sûrîyê li daxûyanîyekê ragihand ku zêde ji milyonek û 700 hezar welatîyên sûrî dixwazin ji 9 welatên cîhanê bizvirin welatê xwe.

Li gorî rapora Rusia Al Yewmê, Navenda Wergirtin û Belavkirina Awareyan li Sûrîyê îro li daxûyanîyekê ragihand: milyonek û 712 hezar û 234 welatîyên sûrî dixwazin ji Libnan, Tirkîye, Alman, Urdin, Iraq, Misr, Danmark, Brêzîl û Otrîşê bizvirin welatê xwe.

Navenda Wergirtin û Belavkirina Awareyan li Sûrîyê herwiha ragihand: Berpirsên tirk jî ragihandine ku amade ne ji bo vegerê alîkarîyê bidin awareyên sûrî.

Li gorî gotina rayedarên Enqerê, zêde ji 3 milyon penaxwazên sûrî li Tirkîyê niştecih in.