Tebax 12, 2018 16:12 Asia/Tehran
  •  Berdevkê peywedniyên dîplomatîk ê TEV-DEMê: Tirkiye, Sûriyê ber bi parvekirinê ve dikşîne

Kemal Akîf, berdevkê peywedniyên dîplomatîk ê Tevgera Civaka Demokratîk a kurdên Sûriyê (TEV-DEM) li axiftinekê bal kişand ser mesela Idlibê û diyar kiriye: Tirkiye, Sûriyê ber bi parvekirinê ve dikşîne.

 Li gorî rapora Kurdpress`ê û ji zarê ajansa nûçan a Hawar News`ê, Kemal Akîf,  berdevkê peywedniyên dîplomatîk ê TEV-DEMê li axiftinekê bal kişand ser mesela Idlibê û diyar kiriye: Tirkiye wek berbenda ser riya  çareserkirina mesela  Idlibê tê hesabê û divê her kes  Tirkiyê wek dewleteke dagirkir bibîne, vî welatî derheq Idlibê siyaseteke neyînî girtiye  ber xwe û pêşiya çareseriya krîz û pirsgirêkên Sûriyê diger. Tirkiye qeyrana  Idlibê gurtir dike. Helwesta Tirkiyê li hember Idlibê heya niha nezelale. Ger dewlteke wisa dagirkir bi tirkiyêre nekeve gotûbêjê. Bê şik ev dewleta dê tivdîrên  taybet bikar bîne û Sûriyê ber bi  parvekirin û hilweşandinê ve dikşîne.

Wî di dewama gotinên xwe de bal kişand ser mesela Efrînê û got: Kiryarên Tirkiyê li Efrînê pêşeroja hemî gelê Sûriyê rastî xeterê aniye. Raporên curbicur li bara rewşa xirab a mafê mirovan ya li Efrînê belav bûne. Lê ev rapor hemî rasitiyên ku ji aliyê Tirkiyê li Efrînê cih tên, eşkere nake. Pêwîst e cîhan derheq rewşa Efrînê bertekeke tund nîşan bide. Bêdengiya  civaka cîhanî li hember destdirêjiya  berdewam ser Efrînê wê bişikê.

 Akîf li axiftinên xwe de desnîşan kiriye: Em dijberê guhertina demografiya navçê ne. Vê siyaseta nemirovanî li Sûriyê dûhatên xwe yên bi talûke hene. Hemî yên ku  li derveyî Sûriyê jiyan dikin, mafê xwe hene ku vegerin  welatê xwe. Lê Tirkiye mesela awareyan wek amûreke  siyasî bikar tîne û bi çarenivsa wan dilîze.  Em dixwezin hemî awareyên sûrî vegerin navçên xwe û li gorî xwesteka Tirkiyê û hin komên din reftarê nekin.