Tebax 12, 2018 14:57 Asia/Tehran
  • Taxima Meclisa Demokratîk a Sûriyê bo dewra dudyan diçe Şamê

Gulo Îsa endama Konseyanavendî ya meclisa Demokratîd a Sûriyê ragihand ku li rojên tê, dê taximek ji vê meclisê biçin Şamê û li ser Pêkanîna Komîteya hevpar tev Şamê dê axivtin bê kirin.

Li gor raporaajansanûçan a Kurd Pressê, Ji zarê ajansa nûçan a Hawar Newsê, Gulo Îsa endama Konseyanavendî ya meclisa Demokratîd a Sûriyê bal kişande ser sefera dewradudyan a taxima vê meclisê bo Şamê û got: Ev taxima li van rojên tê da dê seredana Şamê bikin û her du alî dê li ser pêkanîna komîteyek hevpar bi hevra gotûbêjê bikin.

Wê destnîşan kir: Dewleta Şamê gere ku tev HSD rûne ser masa gotûbêjê jiber ku sedî 30 ji axa Sûriyê niha di destê HSD`ê daye û yapêwîst evaye ku xelkê bakûra Sûriyê û dewleta Şamê pirsgirêkên heyî li ser masa gotûbêjê çareser bikin û eger meclisa Demokratîk a Sûriyê û dewleta Şamê bi hera rêkevin paşê Komîteya bilind a gotûbêjan dê pêk were.

Gulo Îsa ragihand ku gotûbêjên di navbera meclisa demokratîd a Sûriyê û dewleta Şamê herçend dê dirêj bin jêî lê dîsa em amadene gotûbêjên xwe bona çareserkirina kirîzan destpê bikin lê aliyê sûrî hîn biryara xwe ya sereke negirtiye