Tîrmeh 13, 2018 18:09 Asia/Tehran
  • Têrorîstên ser bi Tirkîyê zevî û daristanên zeytûnê li Efrînê dişewitînin

Têrorîstên di bin fermana Tirkîyê li şarê Efrînê de agir berdidin zevî û daristanên zeytûnê yên xelkê vê herêmê.

Ajansa Nûçan a Hawarê bi weşandina hin dîmenên agirberdana li zevî û daristanên cotkarên efrînî ragihand ku têrorîstên nasyar bi Artêşa Azad a Sûrîyê ku di bin fermana Enqerê de ne, agir berdane gellek zevî û daristanên zeytûnê yên xelkê vê herêmê.

Li gorî vê raporê, têrorîst li deverên Raco û Meydankê yên Efrînê û herwiha hin deverên Meydana Ekbezê û Bilbilê û gundên Zehra û Şingalî li derdora bajarokê Bilbilê agir berdidin zevîyên cotkaran û daristanên zeytûnê.

Duh jî di encama êrişên bi topan ên artêşa Tirkîyê ser hin deverên Efrînê agir berbû zevî û daristanên zeytûnê yên vê herêmê.