Tîrmeh 12, 2018 17:30 Asia/Tehran
  • HSD devera Neşweyê li Hesekê radestî artêşa Sûrîyê kir

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) navça Neşwe ser bi Hesekê radestî artêşa Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, li gorî lihevkirina vê dawîyê ya HSD û delweta Şamê, hêzên hanê taxa Neşwe li şarê Hesekê radestî artêşa Sûrîyê hat kirin.

Çavkanîyên nûçan çendekê berî niha ragihandin ku çend fermandeyên HSD bi hin nunerên hikûmeta Sûrîyê re hevdîtin pêk anîn ku di encamê de her du alîyan lihev kirin ku HSD deverên di bin kontrola xwe li Hesekê de radestî hikûmeta Sûrîyê bikin.

Li gorî ragihandina çavkanîyên agahdar, li civîna cê dawîyê ku di navbera her du alîyan li bajarê Şedadî li derdora başûra Hesekê de hat lidarxistinê, meseleya radestkirina zîvala sînorî ya bi Tirkîyê re bo dewleta Şamê jî hat hilêxistin.