Tîrmeh 11, 2018 12:31 Asia/Tehran
  • Mûşekên dijî tankan ên Amerîkayê li navçeya Xereza Sûriyê hatin dîtin

Hêzên artêşa Sûriyê qala vedîtina ambareka mûşekên dijî tankê yên çêkirî bi destê Amerîkayê nasyar bib TAWê li navçeya Xerezê li parêzgeha başûrî ya Derayê kirin.

Li gorî raporac roja Çarşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê Sputnikê, Ev pergalên mûşekî yên dijî tankê hevrê digel hawanavêj, gulleyên topê bi kalîbreyên cûrbicûr, amûrêîn teqandinê yên destçêkirî û amûrên din ên çêkirî li welatên rojavayî li bajarokên nûazadkirî li navçeya Xerezê li Derayaya başûrê Sûriyê hatine vedîtin.

Heftiya bihurî jî çavkaniyên mêdyayî qala vedîtina hejmareka çek û mûşekên çêkirî li Amnerîka, welatên rojavayî û Rêjîma israîlê li derdora Derayê kirin.

Rêjîma Siyonîst, Amerîka û hin welatên ereb li navçeyê ji sala 2011an va bi piştgiriya ji komên têrorîst qeyran û nearamiyên li navçeyê pêk anîne.

Li vî halî çavkaniyên sûrî qala hevhatina navbera dewleta Sûriyê û komên çekdar li navçeyên Semlîn, Kefer Şems, Kefer Nasic û Eqrebayê li dedora bakurî ya Derayê û bajarokê El Metiyê li navçeya herî başûrî ya vê parêzgehê kirin.

Pirraniya komên çekdar li parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê tevlî hêzên dewletî bûne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.