Hezîran 13, 2018 13:07 Asia/Tehran
  • Sûriyê ji Konseya Ewlehiyê xwest: Bila cinayetên hevalbendiya navnetewî ya amerîkî bên sekinandinê

Wezareta karên derve yê Sûriyê li nama xwe ys ji bo sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî û serokê Konseya Ewlehiyê ji dewama cinayetên hevalbendiya navnetewî ya bi serokatiya Amerîka li nav axa Sûriyê şikayet kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezareta karên derve yê Sûriyê li nama xwe ji bo sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî û serokê Konseya Ewlehiyê destnîşan kir ku dewama cinayetan û piştevaniya Amerîka ji terorîstan nîşana paşguhavêtina Konseya Ewlehiyê ji bo îcrakirina qayde û qirarên navnetewî ye.

Wezareta karên derve yê Sûriyê destnîşan kir ku firokên şêr yên hevalbendiya navnetewî ya bi serokatiya Amerîka roja yekşemê navçeyek li Hesekê bombebaran kir ku ji ber vê êrişê 12 kes ji endamên malekê ji wan çend jin û zarok hatine kuştin.

Wezareta karên derve yê Sûriyê destnîşan kir: Şam carek din ji Konseya Ewlehiyê dixwaze berpirsyariyên xwe li bara para aşitî û ewlehiya cîhanê cih bîne û van cinayetan mehkûm bike û xebata xwe bona rawestandina van cure kuştina xelkê sivîl bikar bigre.

Wezareta karên derve yê Sûriyê berê jî bicaran li nameyên xwe ji bo sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî û serokê Konseya Ewlehiyê xwestibû ku bila hevalbendiya bi serokatiya Amerîka kutahiyê bide van cure cinayetên xwe li nav axa Sûriyê.

Amerîka li van salên vê dûmahîkê bicaran bi mihaneya şerê dijî terorîstan xelkê sivîl li Sûriyê û Iraqê kiriye hedefa êrişên xwe.