Bicihbûna eskerên îtaliyayî li rojhilata Sûriyê
Ajansa Anatoliyê ragihand ku Artêşa Îtalyayê ji bo ku bi hêzên Amerîka û Fransayê ra piştgiriyê bide YPG li Dêra Zora Sûriyeyê bike eskerên xwe şandine rojhilata Sûriyê.
Ajansa nûçan a Anatoliyê ragihand ku , nêzî hefteyek berî niha eskerên Îtaliyayî ji nav axa Iraqê bo nav axa Sûriyê hatine şandin û ew hêz niha li meydana niftî ya El-Omer li parêzgeha Dêrazorê û li cem hêzên amerîkî bi cih bûne.
Eskerên Îtalyayê ser navê hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê çûne nav axa Sûriyê.
Hejmara eskerên Îtalyayê vê gavê tam nayê zanîn û di operasyonên dijî DAIŞê da piştgiriyê didin eskerên Amerîka û Fransayê.
Hat gotin ku eskerên Îtalyayê wê vê gavê rasterast beşdarî pevçûnan nebin.
DAIŞ li ser sînorê Iraqê di nava sînorê Heseke û Dêra Zorê da li du deverên cuda hatiye dorpêçkirin.
YPG di meha gulanê da bi piştgiriya Amerîka û Fransayê li dijî DAIŞê cardin dest bi operasyonê kiribû.
Qonaxa ewil a operasyona Dêra Zorê di îlona çûyî da dest pê kiribû û HDSê karî vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxwîne.