May 18, 2018 18:41 Asia/Tehran
  • Çek û sîlahên Amerîkayê li destê Terorîstên wek Bereya El-Nusreyê

Fermandarekî koma terorîst a bi navê Artêşa Sûriya Azad ku Tirkiye jê piştgiriyê dike îtiraf kir ku pênc kamyonên çek û sîlahên Amerîkayê ku li destê wan de bû ji bo Bereya El-Nusre li bakura Sûriyê şandine.

Televîziyona Al-Mayadeen a Libnanê îro ragihand ku fermandarekî koma terorîst a bi navê Artêşa Sûriya Azad ku navê wî Enis Îbrahîm Ubeyd e li hevpeyvîna bi kanal Fox Newsa Amerîkayê re got: Li çarçova hevkariya navbera wan û bereya El-Nusre û ji bo parastina canê xwe û hevkarên xwe pênc kamyonên çek û sîlahên Amerîkayê ku  li destê wan de bû ji bo Bereya El-Nusre li bakura Sûriyê şandine.

Têkçûna komên terorîst li deverên curbicur ên Sûriyê di encama operasiyonên artêşa vî welatî û komên berxwedanê bûye sedem ku gelek ji wan bi malbatên xwe biçin deverên bin destê artêşa Tirkiyê û komên terorîst ên pêre û li çarçova xwestekên vî welatî bixebitin. Herwiha ev têkçûnana bûne sedem ku di navbera terorîstan bi xwe jî pevçûnên giran pêk werin.

Kanala Al-Alamê jî ragihand ku terorîst neçar man devera Eqrebê li başûra parêzgeha Hemahê yê rojava Sûriyê vala bikin û ala Sûriyê cardin li wir were rakirin.