May 18, 2018 15:35 Asia/Tehran
  • Amerîka dîsa çekên giran û wesayîtên zirxî ji HSDê re şandin

Amerîka di çerçoveya operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê de çekên giran û wesayîtên Hummerê ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku hêza wê ya sereke ji YPGê pêk tê şandin. Rayedarekî HSDê ji Sputnikê re diyar kir ku Amerîka çekên giran û wesayîtên zirxî ji wan re şandine.

Li gorî agahiyên ku Sputnikê ji çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi dest xistin, Amerîka di çerçoveya operasyona li Dêra Zorê de, şandina çekên giran ji bo HSDê berdewam dike

Rayedarekî HSDê derbarê şandina çekan de ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku di çerçova operasyona şervanên HSDê ya  li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, duh Amerîkayê çekên giran û wesayîtên zirxî û Hummer ji HSDê re şandine . Wî li vê çarçovê de got: Amerîka çekên giran û wesayîtên Hummerê ji riya Herêma Kurdistana Iraqê û ji Deriyê Sêmalkayê ve ji bakura Sûriyê û HSDê re şandine. Ji wir jî bi TIRan anîne rojhilatê Dêra Zorê. Operasyona li Dêra Zorê berdewam e. Ji bo operasyonan hewcedariya me hêj jî bi gelek çekan hene."

Fermandarekî HSDê li Dêra Zorê yê bi navê Ehmed Ebû Hewlê ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku Amerîka di çerçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de bi her awayî piştgiriya dide wan û Amerîka ji wan re çek û wesayîtên zirxî şandine. Herwiha tê payîn ku heta niha Amerîka 4 hezar û 200 TIR çek û cebilxane ji HSDê re şandine.