May 18, 2018 11:03 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Pûtîn û Esed li bara alûgorên Sûriyê

Serok komarê Rûsiyayê Vladimîr Pûtîn bi hevtayê xwe yê Sûriyê Beşar Esad va li bajarê Sûçiyê li bara alûgorên Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fransayê,Serok komarê Rûsiyayê  Vladimîr Pûtîn duh pêncşemê bi hevtayê xwe Sûriyê Beşar Esad va li bajarê Sûçiyê civiyan û li ser alûgorên Sûriyê û çawaniya birêxistina ewlehiya vî welatî piştî têkçûna terorîstên DAIŞ`ê bi hev ra gotûbêj kirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov diyar kir ku serokên herdu welatan rewşa dawî ya têkoşîna dijî terorê nirxandine û daxuyaniya Pûtîn a di hevdîtinê de wiha veguhest: "Terorîstan li deverên girîng ên Sûriyê çek danîn. Vê yekê rêya ji nû ve avakirina Sûriyê, dûrxistina terorîstan ji Şamê û bidawîkirina çalakiyên wan vekir."

Pûtîn li hevdîtina xwe ya tev Esed got: "Piştî serkeftinên artêşa Sûriyê şert û mercên din bo destpêkirina proseyeke avedankirina Sûriyê gere ku cih werin.

Pûtîn got: Piştî işkesta tam a terorîstên DAIŞ`ê pêwîste ku hemû hêzên biyanî ji nav axa Sûriyê derkevin û û proseya siyasî ya gotûbêjên di navbera aliyên sûrî dê destpê bibe.