May 17, 2018 20:06 Asia/Tehran
  •  Barê nû yê alîkariyên  çek û sîlehî yên Emerîkayê bo hêzên HSDê

200 kamyonên hilgirê alîkariyên çek û sîlehî yên Emerîkayê bo hêzên HSDê derbasî Hesekê bûn.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, piştî destpêbûna  operasyona  nû ya Hêzên Sûriya Demokratîk ên Sûriyê, li dijî meqerên  terorîstên  DAIŞ`ê li Dêrazorê piştgiriyên  hêzên  hevalbendiya  navneteweyî li dijî DAIŞ`ê ji vê operasyonê didomin û  li pêngava dawiyê alîkariyên çek û sîlehî yên Emerîkayê  bi 200 kamyonan derbasî Hesekê bûne.

 Li vê karwana 200 kamyonî, cureyên  trimbêlên zirixî yên eskerî,  maşînên  çêkirina  riyan, cureyên  panzêran û çek û sîleh hene ku ji bo xurtkirina hêzên artêşa Demokratîke  Sûriyê li operasyonên  Dêarzorê bo parêzêgeha  kurdnişîn a Hesekê hatine şandin.