May 16, 2018 20:43 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Sûrîyê wê bi awayekî fermî bi rêvebirîya bakûra vî welatî re bicive

Hikûmeta Sûrîyê di çarçova biryareke ser navê ``guhertinên mezin`` de ku li hemî bajarên vî welatî girtîye ber xwe, wê bi rêvebirîya xweser a bakûra Sûrîyê re bi awayekî fermî bicive.

Li gorî rapora malpera ZER NEWS`ê, hikûmeta Sûrîyê di çarçova biryarekê de ser navê ``guherinên mezin`` ku têkildarî hemî bajarên vî welatî daye, dil heye derbarê bajarên bakûra Sûrîyê nemaze Qamişlo û Hesekê de bi rêvebirîya xweser a bakûra vî welatî re bi awayekî fermî hevdîtin û muzakirê bike.

Li gorî agahîyan, ew hevdîtina fermî ku yê di navbera desteya hikûmeta Sûrîyê û rêvebirîya xweser a bakûra vî welatî de pêk were, dê li Şamê bê lidarxistin. Ew plana ku ser navê ``guhertina mezin`` tê binavkirinê dê hemî şarên Sûrîyê bigire ber xwe.

Rêvebirîya xweser a bakûra Sûrîyê biryar daye 2 nexweşxane yek ya têkoşîna li hemberî penceşêrê li Qamişloyê û ya niştegerîyê jî li Hesekê damezirîne.