May 16, 2018 16:53 Asia/Tehran
  • Veguhestina têrorîstên DAIŞ`ê bi helekoptêrên Amerîkayê ji derdora Hesekê

Hêzên amerîkî têrorîstên DAIŞ`ê bi helekoptêran ji derdora parêzgeha Hesekê li bakûra rojhilata Sûrîyê veguhestin cihekî nedîyar.

Li gorî rapora malpera Al Ahd a Libnanê, Hêzên amerîkî têrorîstên DAIŞ`ê ji gundên Qîrwan, Harse Sincar, Taêf û Ebû Kibrê li derdora parêzgeha Hesekê li bakûra rojhilata Sûrîyê bi helekoptêran veguhestin cihekî nedîyar.

Çavkanîyên herêmî di meha Sibatê de jî ragihandin ku helekoptêrên amerîkî li zîndana şarê Hesekê danîn û têrorîstên DAIŞ`ê yên li vê zîndanê veguhestin cihekî nedîyar.

Kiryara hêzên amerîkî ya xilaskirina têrorîstên DAIŞ`ê û yên komên din li deverên curbicur ên Sûrîye û Iraqê di van salên dawîyê de, ji hegerên herî girîng ên isbatkirinatkirina piştgirîya istiratêjîk a Amerîkayê ji têrorîsmê li navçê ye.