May 15, 2018 17:53 Asia/Tehran
  • Dewama derketina yekem koma têrorîst ji parêzgehên Hums û Hemayê li Sûrîyê

Li dewama demajoya derketina têrorîstan ji deverên curbicur ên Sûrîyê anegorî lihevkirina digel dewleta Şamê, bi sedan têrorîst û malbatên wan bi 122 otobusan ji derdora parêzgehên Hums û Hemayê derketin.

Li gorî rapora malpera Al Ahd a Libnanê, pêncemîn koma têrorîstan û malbatên wan bi saya çend otobusan ji parêzgehên Hums û Hemayê derketin û ber bi derdora Idlibê li bakûra Sûrîyê va hatin veguhestin.

Li gorî vê raporê têrorîst û malbatên wan bi 59 otobusan ji derdora bakûra Humsê û bi 63 otobusan jî ji derdora Hemayê derketin.

Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di qonaxa dawîn a êrişa ser têrorîstan de karîn ku gundê Baxozê li nêzîkî çemê Firatê ku nêzîkî sînorê Iraqê ye, azad kirin.

Di vî halî da Kino Gabrîyêl berdevkê HSD bal kişand ser pişkdarîya hêzên ewlehîyê yên Iraqê li vê opêrasyonê û got: 18 têrorîstên DAIŞ`ê li gundê Al Behrê li bakûra Baxozê hatin kuştinê.

L igorî gotina Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê niha tenê sê gundên Hecîne, Sosa û Şeifê di bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê de mane.