May 15, 2018 11:52 Asia/Tehran
  • Lavrov: Plana Amerîkayê ya şandina leşkerên ereb bo Sûriyeyê ji bo parvekirina desthilatê ye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku plana Amerîkayê ya şandina leşkerên welatên erebî bo Sûriyeyê, bi mebesta parvekirina deshilata Sûriyeyê ya ku binpêkiriye ye.

Lavrov û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu bi hemkarên xwe yên Misirê Semîh Şukru û Sidqi Subhî re li Moskowê civîneke bi formata 2+2 pêk anîn.

Di preskonferansa piştî civînê de Lavrov ragihand ku wan plana Amerîkayê ya şandina leşkerên ereb bo Sûriyeyê gotûbêj kiriye.

Lavrov helwesta Qahîreyê ya neşandina leşkeran bo Sûriyeyê bi kêfxweşî pêşwazî kir û li ser mebesta Amerîkayê bo vê planê got, "Ya yekemîn, parvekirina berpirsiyariyên xwe yên ji binpêkirina deshilatî û yekparçeyiya erdê Sûriyeyê ye. Ya duyem jî helbet belavkirina barê aborî ye. Li bin vê vexwendinê her dizane bê kî heye."