May 14, 2018 19:18 Asia/Tehran
  • Zêdebûna pevçûnên di navbera terorîstan de li başûrê Sûriyê

Terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê û koma Artêşa Sûriya Azad li dorhêla rojavayî ya parêzgeha Dera ya Sûriyê careka din bi hev re kirine şerr.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, medyayên sûrî ragihandin: Di encama pevçûnên di navbera terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê û yên Koma Artêşa Azad de ku li derdora bajarokên Hît û El Cebeliyê li dorhêla rojavay ya Derayê li başûrê Sûriyê qewimîn de bi dehan kes ji her du aliyan hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Heftiya buhurî jî hin pevçûnên giran di navbera terorîstên DAIŞ`ê û komên din ên çekdar li dorhêla rojavaya Derayê li nêzîkî sînorê Sûriyê û Urdinê qewimîn.

Li dû şikestên bi dûhev ên terorîstan li Sûriyê li bereyên curbicur û şerê artêşê û hêzên Berxwedanê li dij terorîstan, nakokiyên di navbera serkirdeyên van koman de zêde bûne.

Di eynî demê de mêdyayên ser bi dijberan li Sûriyê ragihandin: Komên terorîstên li bakûra parêzgeha Derayê, teşkîlateka nû ya çekdar li bajarê Nuyê ser navê Konseya Leşkerî ya Azadeyên Nuyê pêk anîne.

Ev teşkîlata terorîstî ya nû bi armanca yekgirtîkirina komên terorîst û piştî şikesta koma terorîst a Bereya Başûr ku 50 komên Artêşa Azad digire ber xwe, pêk hatiye.

Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê jî îro ragihand: Bargehên Hêzên Sûriya Demokratîk ên bi pêşengiya Kurdan li parêzgeha Dêrazorê ku ji aliyê Amerîkayê ve piştgirî dibin, ketin ber êrişa kesên nenas.

Sûriye eva zêde ji 7 salan e ku ji ber hebûna komên çekdar û terorîst ên wekî DAIŞ û bereya El-Nusre ku ji aliyê welatên rojavayî û hin weltaên navçêyên wekî Tirkiye û Erebistanê tên piştgirîkirin, rastî qeyranê hatiye.