May 14, 2018 16:46 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Cabirî Ensarî û nûnerê taybet ê Pûtîn li karûbarên Sûriyê li Astanê

Alîkarê payebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên siyasî û nûnerê taybet ê serokomarê Rûsyê li karûbarên Sûriyê, roja duşemê li Astane ya Qezaqistanê hevdîtin pêk anîn û gotûbêj kirin.

Hisên Cabirî Ensarî, alîkarê payebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên siyasî û Alexander Lavrentiev (Alêksandêr Lavrêntev) nûnerê taybet ê serokomarê Rûsyê li karûbarên Sûriyê, li vê hevdîtinê rewşa siyasî û meydanî ya herî dawî a Sûriyê hilkolandin.

Cabirî Ensarî û Lavrêntev, li bara şopandina cihanîna pêşniyarqanûnên Kongireya Gotûbêja Neteweyî ya Sûriyê li Sûçiyê û duyemîn civîna Komîteya danûstandina girtî, kesên hatine revandin û bêserûşûnên li qeyrana Sûriyê ku li rex vê dewra Gotûbêjên Astanê tê lidarxistin, gotûbêj kirin.

Gotûbêjên Astanê ji Çileya sala 2017`an bi însiyatîva Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsye û Tirkiyê, bi armanca dabînkirina aştiyê li Sûriyê destpê bûne.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an ve bi êrişa berfireh a komên terorîstên ku Erebistan, Amerîka û hevgirtiyên wan bona guhertina hevsengiya li navçê li ser xêra Rejîma Siyonîst, destpê bû.