May 13, 2018 12:40 Asia/Tehran
  •   Li encama teqîna  trimbêla bombekirîli Reqaya Sûriyê 5 kes hatin kuştin

Li encama teqîna trimbêleke bombekirî li meydana El-Saê navenda Reqaya Sûriyê, du kes hatin kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora  roja yekşemiyê ya Mêhr  Newsê, heya niha tu  komekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye  istûyê xwe.

Şeva buhurî jî li encama  teqîna  trimbêleke bombekirî li ber  nexweşxana  li parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê, ku di lepê terorîstan de ye, 12 kes hatin kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûn.

 Di hemen demê, navenda rûsî ya çavdêriya  ser agirbesê li Sûriyê raghand ku  pêvajoya derketina  kesên çekdar tev malbatên wanev çar roj in li dû hev ji derdora Himsê, li rojava  vî welatî ku  ji van navçê kêmkêşe tê hesabê, didome  û ragahnd ku  li van rojana  zêde ji 3 hezar kes  hatine guhestin bo derdora bakurê Hemahê.

 Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina  muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû.