Nîsan 16, 2018 12:27 Asia/Tehran
  • Terorîstên Artêşa Sûriya Azad Talankirinê li Efrînê berdewam dikin

Hat ragihandin ku terorîstên Artêşa Sûriya Azad li bajarokê Şera yê Efrînê careke din bi xapandinê malên kurdan talan kirin.

Li gor agahiyên ku çavkaniyekî ji nav bajarokê Şerayê daye, îro Terorîstên Artêşa Sûriya Azad tevahiya xelkê gund ji malên wan derxistin û li meydana gund ew komkirine. Li gorî çavkaniyê hanê, çekdaran ew bi hinceta lêgerîna li endam û alîgirên PYDê ji saet 10ê sibehê heta 13 pişt nîvro rawestandine.

Çavkanî di axaftina xwe de ragihand ku piştî gundî vegeriyan malên xwe dîtin ku çekdaran û malbatên ereb ên ku li gund hatine niştecîkirin, tevahiya tiştên nav malên wan de, wekî cerên(kepsûlên) gazê, televizyon û tiştên din ên navmalê talan kirine.

Li gor amarên dawî li navenda Şerayê 250 malbatên kurd dijiyan û niha 102 malbat vegeriyane malên xwe. Herwiha 45 malbatên ereb jî li gund hatine niştecîkirin.