Nîsan 16, 2018 08:44 Asia/Tehran
  • Hişyariya li bara dewama êrişên rojava dijî Sûriyê

Alîkarê serokê meclisa Sûriyê li bara dewama êrişa welatên rojavayî ser axa vî welatî bi mihaneyên curbicur hişyarî daye van welatan.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîn a Libnanê; Nejdet Anzûr alîkarê serokê meclisa Sûriyê got: Heft salin ku destdirêjiya ser axa Sûriyê nehatiye rawestandin û tenê rewşa van êrişan hatiye guhartin û welatên rojavayî carek din îmkan heye bi mihaneya îstifadeya ji çekên kîmyawî êrişî ser axa Sûriyê bikin.

Anzûr destnîşan kir: Ew rewşên êrişa ser axa Sûriyê carina bi alîkariya ji grûpên terorîstî bûye, carina xwetêkeliya Amerîka û welatên rojava û hindek ji welatên navçê ji wan Tirkiyê û Erebistanê li nav karûbarên hundirî yê Sûriyê bûye.

Alîkarê serokê meclisa Sûriyê bal kişande ser viya kuji gotina karbidestên Amerîka derdikeve ku ewna dixwazin disa jî êrişî ser axa Sûriyê bikin got: Li rewşekî wiha pêwîste ku hêzên artêşa Sûriyê hertim amade bin.

Amerîka, Brîtaniya û Fransayê serê sibeya şemiyê bi îdiaya istifadeya Şamê ji çekên kîmyawî li Dûmayê, êrişî ser axa Sûriyê kirin, li halê ku tu çavdêrekî navnetewî ev êrişa kîmyawî piştrast nekiriye.