Adar 14, 2018 19:57 Asia/Tehran
  • Li êrişa nû ya artêşa Tirkiyê û terostên pê re ser Efrînê 9 kes hatin kuştin

9 welatiyên Kurd ên Sûriyê, roja çarşemê di encama êrişa topxaneyî ya leşkerên Tirkiyê ser gundê Bedînayê li navça Mubeiteliyê ya Efrînê de, canê xwe ji dest dan

Li gorî rapora IRNA`yê, artêşa Tirkiyê êrişên xwe bi alavên leşkerî yên curbicur ser bajarok û navçeyên Cindirês, El Şêx Hedîd, Raco û Bilbilê li taxa kurdtêde ya Efrîna li parêzgeha Helebê, giran kirine û li dewra nû ya van êrişan, neh kesên sivîl ên din li Efrînê û navçeyên derdora wê hatine kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî îro ragihandin ku li 24 saetên buhurî, 71 leşkerên Tirk û teroîstên pê re yên ser navê Artêşa Sûriyeya Azad jî li Efrînê hatine kuştin. 25 kes ji van kesên ku li 24 saetên buhurî di encama pevçûna bi Kurdên sûrî re li navçeyên Cindirês, El Şêx Hedîd, Raco û Bilbilê de li Efrînê hatine kuştin, leşkerên Tirkiyê û yên din jî endam û hêzên Artêşa Sûriyeya Azad in ku Enqere pişta wan digire.

Li gorî nûçeyeka din, artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re (Artêşa Sûriyeya Azad), îro çarşemiyê taxên El Xezawiye, Kuran û El Yabsê li Efrîna Sûriyê dagîr kirine.

Ev navçeyên dagîrbûyî li bakûrê rojhilata Cindirisê û başûrê rojhilata Bilbilê li navça Efrînê ne.