Adar 14, 2018 17:47 Asia/Tehran
  •  Fermandehiya navendî ya Emerîkayê: Li şerê Sûriyê Esed dê bi ser keve

Serokê Erkantiya Fermandehiya Navendî ya Emerîkayê diyar kir: Eva dewleta Sûriyê ye ku bi piştgiriya Îran û Rûsiyê li şerê heftsalî ya navxweyî li vî welatî dê bi ser keve.

 Li gorî raora ISNA`yê û ji zarê navenda nûçana  Mîlîtariyê, Cozêf Votêl, serokê erkantiya fermandehiya navendî ya Emerîkayê got: Siyaseta Emerîkayê eva bûye ku Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê divê an wêde here an here, lê li gor têbîniya şerê navxweyî li vî welatî wer tê xûyanê ku dewleta Esed li Sûriyê, pêvajoya ber bi pêş hebûye. Rûsye û Îran wek du  hokarên sereke wê îznê didin hêzên dewletî yên Sûriyê ku li hember komîn mîlîtan yên ku ji aliyê Emerîkayê ve piştgirî diin, raweste û tenê bereyên  berxwedanê ku di destê Sûriyê de nînin, Xûte li rojhilata  Şamê û Idlib li bakurê Sûriyê ne.

 Lîndsî  li civîna jêpirsînê ya komîta hêzên çekdar ên Senayê ji general Votelê pir kir ku gelo dewleta Esed bi alîkariya  Rûsiyê û Îranê li şerê navxweyî ya Sûriyê bi ser ketiye û vî generalê emerîkî bersiv da: Bi bawera min van du welatan destek dane dewleta Esed ku  vê rewşê serketî  derbas bike.

 Serokê Erkantiya Fermandehiya Navendî ya Emerîkayê li bersiva  vê pisrê ku gelo siyaseta Emerîkayê  wêdeçûyîna  Esed e got: Siyaseta me ya taybet li bara vê mesela hestyar de nizanim. Di demeke dirêj de, serketian Esed, Dê Emerîkayê rastî gefên  hizbullahê li dijî Urdin û Îsraîlê bîne.

 Vî generalê çar stêrk ê artêşa Emerîkayê li bara Efxanistanê jî got ku stratejiya  nû ya Emerîkayê li dij Talibanê ji ji kempêyna  vî welatîli Iraq û Sûriyê deyn hatiye wergirtin ku li gorî wê sedî 98 ê erdên  di bin kontrola DAIŞ`ê li van du welatana  hatine azadkirin.