Êrişa terorîstan ser derdora Hemahê li Sûriyê bêencam ma
Eskerên artêşa Sûriyê hewldana terorîstên tekfîrî ya êrişa ser derdora bajarokê Kernazê li derdora bakurê parêzgeha Hemahê bêencam kirin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê Sana Newsê, hêzên artêşa Sûriyê li encama pevçûna bi terorîstên tekfîrî re li derdora Hemahê li rojava vî welatî karîn ku bi dehan kes ji wan bikujin û hejmarek kesên din jî birîndar bikin.
Di eynî demê de, yek ji fermandeyên hêzên gelanî yên hevpeyman bi artêşa Sûriyê îro çarşemiyê ji Reuters`ê re got: Yekîna topxaneyî ya van hêzana navendên kombûna hêzên artêşa Tirkiyê li bajarê Mareê li bakurê Helebê dan ber êrişan.
Li gorî gotina vî fermandeyê sûrî, ev êrişa wek berteka li hember êrişa balefirên Tirkiyê ser hêzên gelanî yên ser bi artêşa Sûriyê bûye ku li encama wê pênc kes ji hêzên wan hatine kuştin.
Li gor nûçeyeke din, medya Sûriyê raghandin ku xelkê bajarokên Nebel, El-Zehrayê li bakurê Helebê li Sûriyê li daxûyaniyekê destdirêjiya hewayî ya artêşa Tirkiyê ser van du bajarokan ku li encama wê hejmarek ji welatiyên sûrî hatine kuştin, şermezar kirin.
Li encama destdirêjiya vê dawiyê ya bomberêjên Tirkiyê ser du bajarokên Nebel û El-Zehrayê, heşt ciwanên sûrî hatin kuştin û hemareke zêde jî birîndar bûn.
Operasyona eskerî ya artêşa Tirkiyê li bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê, ser navê Çiqila Zeytûnê li dijî kurdan ji 20 Çilla 2018an ve destpê bûye. Wezareta karên derev ya Sûriyê ev êrişşermezar kirin û raghand: Ev kiryara Tirkiyê binpêkirina serweriya neteweyî ya Sûriyê ye.