Adar 14, 2018 17:17 Asia/Tehran
  • Lavrov: Amerîka li dû perçekirina Sûriyê ye

Wezîrê karên derve yê Rûsyê, bername û plana rayedarên amerîkî, perçekirina Sûriyê da zanîn.

Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsyê, roja çarşemiyê li civîna hevpar a nûçeyan a  bi Mewlûd Çawûşoglû, hevtayê xwe yê tirkiyeyî re li Moskowayê got: Amerîkî ji bo perçekirina Sûriyê û mayîna li vî welatî, planan dadirêjin.

Wezîrê karên derve yê Rûsyê herwiha got: Cihanîna pîlanên Amerîkayê ji bo jordanîna dewleta Sûriyê, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Lavrov destnîşan kir: Moskowa li bara êrişa ser Sûriyê, hişyariyên sidî dide Amerîkayê.

Wezîrê karên derve yê Rûsyê, got: Li bara Sûriyê û alûgorên wê, Rûsye û Tirkiye û Îran di çarçoveya gotûbêjên Astanê (paytexta Qezaqistanê) û li gorî Civîna Gotûbêjên Netewî li Sûçiya Rûsyê tev digerin ku ev civîna li ser însiyatîfa sê welatan hate birêvebirin.

Lavrov destnîşan kir bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re li ser Qefqazê û Deryaya Reş û Ûkraynê û çalakiya li rêxistinên navneteweyî yên wek Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê û rêxistinên din gotûbêj kiriye.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî, li vê civîna hevpar a nûçeyan got: Em li dû serdestiya li ser pişkeke Sûriyê nînin û em sozdarê parastina yekperçetiya axa vî welatî ne.