Awarebûna xelkê Efrînê û dizîna mal û heya xelkê ji aliyê artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re
Xelkê devera Efrînê ji ber giranbûna şerê navbera artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re ji aliyekê ve û hêzên kurd ên YPG ji aliyê din ve neçar mane ku terka bajê bidin.
Televîziyona Al-Menarê ya Libnanê ragihand ku bi nêzîkbûna artêşa tirk û terorîstên pê re li bajarê Efrînê ev dever jî nêzîkî bûbelad û karesateke mezin a însanî dibe . Rewşa nexweşxanên li Efrînê û nebûna dewa û derman û dixtoran li van nexweşxane û dermangehan û bombebarankirina wan ji aliyê balafirên artêşa Tirkiyê karesateke mezin a însanî li ber qewmînê ye û li vî halî de civaka cîhanî û rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan jî xwe li ber cinayeta mezin a dewleta Tirkiyê ku derheq kurdan cih tîne bê deng kirine.
Televîziyona Al-Menarê herwiha ragihand ku bbi sedan malbatên Efrînê ji ber cinayeta Tirkiyê li dij xelkê Efrînê aware bûne û artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re jî mal û heya xelkê navçê didizin û bi xwe re dibin.
Artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re ji 20 Çileyê desdirêjiya xwe ser devera Efrînê dan despê kirin ku di encama êrişên wan û balafirên artêşa tirk ser xelkê sivîl heya niha bi sedan kesên sivîl ku piranî jin û zarok in hatine kuştin û birîndar bûne.