Adar 14, 2018 16:12 Asia/Tehran
  • Şahoz Hesen: Tirkiye dil heye navçeyên Kurdan yên ji Efrînê heta Kerkûkê ve dagîr bike

Hevserokê Partya Yekitiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê ragihand ku armanca Tirkiyê ji operasyona leşkerî ya li Efrînê, dagîrkirina hemî navçeyên Kurdtêde yên ji vî bajarî bigire heta parêzgeha Kerkûk a Iraqê ye.

Li gorî rapora malpera Şefeq News`ê, Şahoz Hesen, hevserokê Partya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê (YPG), li civîneka çapemeniyê li Hewlêrê got: Armanca Tirkiyê ji operasyona leşkerî ya dagîrkirina Efrînê, alîkariya bo DAIŞ`ê ye. Em ê qet bêtevger nebin û em ê berevaniya Efrînê bikin.

Wî herwiha got: Bi hezaran Kurd li Efrînê li ber kuştin û ewarebûnê ne.

Artêşa Tirkiyê ji 20`ê Çilê ve operasyonekê bi hevkariya koma terorîst a ser navê Artêşa Sûriyeya Azad dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a Kurd li Efrînê destpê kiriye ku di encamê de bi sedan kesên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne. Enqere van yekîneyan dewama Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) dizane bi gotineka din Enqere YPG`ê pişkek ji PKK`ê dide zanîn.