Adar 14, 2018 16:08 Asia/Tehran
  • Ava Efrînê hat qutkirin

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî raghand ku ava navça Efrînê li Sûriyê ji heftiyek berî niha ve hatiye qutkirin.

 Li gorî rapora Efkar News`ê, nivîsgeha hevahengiyê ya karûbarên mirovhezane  ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî raghand ku ava  bajarê Efrînê li Sûriyê piştî ku bendava sereke ya vî bajarî ketiye destê hêzên tirk û terorîstên pê rêra  eva heftiyeke ku li ser xelkê vî bajarî qut bûye.

 Vê nivîsgehê li daxûyaniyekê raghand ku ev pevçûn bûye sedem ku bi hezaran kes ji malên xwe aware bibin û ji nava navça Efrînê birevin ber bi navça bin kontrola  hikûmeta  Sûriyê.

 Enqerê operasyonek ser navê operasyona  qaşo Çiqila Zeytûnê li 20 Çilla îsal li bajarê sînorî yê Efarînê li dijî kurdên  Sûriyê destpê kiriye ku di encama vê yekê heya niha bi sedan kes hatine kuştin û birîndar bûne.