Adar 14, 2018 12:33 Asia/Tehran
  • Mogherini: Divê ji bo çareseriya krîza Sûriyê gotûbêj bên kirin

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini berdewamiya muzakireyê ji bo çareseriya krîza Sûriyê pêwîst da zanîn.

Li gor rapora IRNA, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Federica Mogherini duh li rûniştina parlemana Ewropayê got: Rêçareya siyasî xêm û bunyata aştiya adilane û mayinde li Sûriyê ye.

Mogherinî got ku YE hevkariya xwe bi Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) re bona serêxwegirtina aşitiyê li Sûriyê berdewam dike.

Berpirsa Siyaseta Derve ya YE got: Divê gişk piştgiriya xwe ji muzakireyên Cenevê yên bin çavdêriya NY diyar bikin daku ev muzakireyana dîsa despê bibin.

Mogherinî herwiha got: Piştgiriya ji pêvajoya dewra nû ya muzakireyên Cenevê ji bo çareseriya krîza Sûriyê, mijareke sereke ya Konferansa dudiyan a Sûriyê li Brukselê ye ku biryare li dawiya meha Nîsana 2018 were lidarxistin.