Adar 13, 2018 17:40 Asia/Tehran
  • Berdevkê YPG`ê: Dorpêçkirina Efrînê derew e

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) got: Artêşa Tirkîyê hemî rêyên ber bi Efrînê dide ber top û bombeyan lê dorpêçkirina vê navçeyê derew e û tenê propaganda vê rîjîma dagirkir e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Nûrî Mehmûd îro got: Hemî rêyên ber bi Efrînê di encama bombebarên Tirkîyê de hatine girêdanê û artêşa dagirkir a Tirkîyê rêkên vê deverê dide ber topan.

Berdevkê YPG`ê têkildarî daxûyanîya artêşa Tirkîyê li bara dorpêçkirina Efrînê got: Tirkîye ji bo ku moralê bide hêzên xwe nûçeyên derew belav dike.

Ajansa nûçan a Anadolyê ya Tirkîyê îro idia kir ku navenda bajarê Efrînê tam ji hêla hêzên artêşa Tirkîyê û çekdarên Artêşa Sûrîyeya Azad va hatîye dorpêçkirin.