Îdiaya pêşdeçûna hêzên Tirkiyê û terorîstên bin fermana wê li rojavaya Efrînê
Çekdarên Tirkiyê û komên terorîstî yên bin fermana wê îdia dikin ku ji du bereyan ber bi navça giring a Cundîrusê li Efrînê operasyonê cih tînin.
Li halekê ku piraniya çavkaniyên nûçan li bara pêşdeçûna pir hêdî û xisarên giran ên artêşa Tirkiyê û terorîstên bin fermana wê li 27 mîn roja êrişa ser Efrînê agahiyan didin , malpera Ênebê ser bi terorîstan raghand ku ev hêz gihêştin nêzîkî navça Condîrêsê li rojava Efrînê.
Hêzên kurd li Efrînê dibêjin ku êrişên Tirkiyê û artêşa azad li hemî mêhweran hatiye bêencamkirin û 51 trimbêlên eskerî yên Tirkiyê îmha kirine.
Hêzên hanê li rojên derbasbûyî li bereyên curbicur ên Efrînê çend caran êrişên hêzên Tirkiyê bêencam kirine.
Hêzên Sûriya Demokratîk a Sûriyê, HSD ragihand ku heya niha 180 kesên sivîl li encama êrişa ser Efrînê hatine kuştin û 413 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Tirkiyê îro pênşemiyê jî li bara kuştina 43 kesên din li çarçoveya operasyona çiqila Zeyûnê agahî da.
Di eynî edmê de li encama êrişa mûşekî ya Tirkiyê ser malên xelkê li bajarê Efrînê li Sûriyê du kes ji wan keçikek birîndar bûye.
Sana News'ê ragihand ku mûşekavêjên Tirkiyê malên xelkê li bajarê Efrînê mûşekbaran kirine ku li encama wê du kes ji wan keçikek birîndar bûye.
Jinên Efrînê jî li dijî êrişa Tirkiyê ser Efrînê xwenîşandan bi rê xistin.
Bi sedan kes ji jinên Efrînê li Sûriyê roja çarşemiyê ji bo protistokirna êrişa eskerî ya Tirkiyê û terorîstên hevpeyman ên vî welatî ser vê navçê, xwenîşandan bi rê xistin.
Beşdarên vê xwenîşandanê slogana `` Efrîn ne bi tenê ye`` û `` Gelê Sûriyê hevgirtî ye``, avêtin.
Xelkê bajarê Condîrosê li nêzîkî EFrînê jî li dijî êrişa Tirkiyê û terorîstên bin fermana wê ser Efrînê xwenîşandan bi rê xistin.