Sibat 15, 2018 12:01 Asia/Tehran
  • Şopandina Firokeyên Bêfirokevan ên Rêjîma Siyonîst li esmanê Sûriyê

Pedafenda hewayî (pergala berevaniya hewayî) ya artêşa Sûriyê Çarşemiyê bi şev firokeyên bêfirokevan ên naskirinê yên rêjîma destdirêjker a Siyonîst li başûrê Sûriyê şopandin.

Mêdyayên sûrî ji zarê rayedarên ewlehiyê ragihandin ku firokeyên bêfirokevan ên Rêjîma Siyonîst roja Çarşemiyê çend caran qada esmanî ya Sûriyê li navçeya Quneytereyê derbas kirin û tûşî berteka pedafenda hewayî hatin û neçar man ku vegerin.

Firokeyên bêfirokevan ên rêjîma destdirêjker a siyonîst ji aliyê bilndahiyên Golanê ketibûn esmanê parêzgeha Quneytereyê li başûrê Sûriyê.

Ev destdirêjî di rewşekê da pêk hat ku pedafenda hewayî anku Pergala Berevaniya Esmanî ya Sûriyê berbanga roja Şemiyê firokeyeka şêrr a rêjîma destdirêjker a siyonîst ji cûreya F16ê ku bona êrîşa ser navendeka leşkerî li nav axa Sûriyê ketibû tevgerê, xiste xwarê.

Dewleta Sûriyê ragihandiye ku heke destdirêjiyên hêzên Rêjîma Siyonîst dubare bibe, ev rêjîma dê tûşî bersiva tund a hêzên sûrî were.