Sibat 15, 2018 09:33 Asia/Tehran
  •  Dê Mîstora:

Nûnerê Rêxistina Neteweyê Yekbûyî li karûbarên Sûriyê li bara nebûna dawiyeke diyarî ji bo operasyona eskerî ya Tirkiyê li Efrînê agahî da.

 Li gorî rapora  Sputnik'ê, Îstefan  Dê Mîstora li civîna  Konseya  Ewlehiyê li bara Sûriyê de got: "Kêşeya  li navçeyên sînorî li Sûriyê mudaxila eskerî ya aliyên curbicur digire ber xwe û dawiyeke  taybet û zelal ji bo opersyona Efrînê tine".

 Wî her wiha diyar kir ku "Divê hemî alî ser agirbesa ne bi merc ji bo parastina welatiyên sivîl bisekinin. Alûgurên niha , gefek li  aşitî û aramiya navçeyî ye".

Êrîşa  eskerî ya artêşa Tirkiyê li bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê ser navê "Çiqila Zeytûnê" li dijî kurdan ji 20ê Çilla 2018`an  va destpê bûye. Wezareta karên derve ya  Sûriyê  ev operasyona  şermezar kir û raghand: "Ev  kiryara  Tirkiyê binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê ye".