Sibat 14, 2018 19:52 Asia/Tehran
  • Niştecihên Golanê: Em sûrî ne

Niştecihên Golana dagirbûyî pêgirî li ser nasnama xwe ya sûrî kirin.

Li gorî rapora televîzyona Al Meyadînê, niştecihên sûrî yên Golana dagirbûyî îro rêz li 36`emîn salvegera greva xwe ya mezin a şeşmehî ya sala 1982`an girtin. Di wê salê de niştecihên Golanê bi nîşana nerazîbûna li hemberî biryara rêjîma Israîlê ya xistina Golanê ser deverên xwe û sepandina nasnama israîlî ser wan dest bi grevê kirin.

Merasima îsal ya bibîranîna greva mezin a niştecihên sûrî yên Golana dagirbûyî li gundê Mucedel Şemsê hat lidarxistin. Ev pêngava pêgirîya dubare ya niştecihên Golana dagirbûyî ser nasnama xwe ya sûrî û neyarîya tam li hemberî dagirkerîya rêjîma Israîlê bû.