Sibat 14, 2018 18:55 Asia/Tehran
  • Hişyariya cidî ya Şamê bo Rejîma Îsraîlê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê, hişyarî da, eger ku Rejîma Îsraîlê careka din êrişî ser Sûriyê bike, em ê karên zêdetir ên tolhildanê cih bînin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA), Eymen, Susan, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li hevpeyvîna bi nûçegîhanan re got, her carê ku Rejîma Siyonîst bixweze êrişî ser axa Sûriyê bike, artêşa vî welatî wê bi kar û bertekên xwe zêde ji berê vê rejîmê matmayî bike.

Sîstema parastina hewayî ya Sûriyê, 10`ê Sibata 2018`an li bersiva êrişên Rejîam Siyonîst ser hin navçeyan li Sûriyê, balafireka cengî ya F- 16 ya vê rejîmê jorda xist, piştî jordaketina vê balafira cengî ya Rejîma Siyonîst, ev rejîma êrişên xwe yên ser Sûriyê ji nû ve destpê kir lê pedafenda hewayî ya Sûriyê li hember van êrişan jî sekinî.

Li gorî nûçeyeka din kanala televîzyonî ya El Ixbariye ya Sûriyê, ragihand: Navenda hevahengiya Rûsyê li Hemîmîmê li parêzgeha Laziqiyê, ji zarê şahidekî ragihand terorîstên Cibhetunnusrê, li kiryareka din ya ser navê alîkarîgihanê nasyar bi Kum sipiyan, ji bo êrişa nû ya kîmyayî ya ser sivîlên li Idlibê li bakûrê rojavaya Sûriyê û paşê xistina ser milê artêşa Sûriyê amade dibin.

El Exbariye herwiha ragihand: Terorîst li gorî vê sênaryoya sexte û xweçêkirî, zêde ji 20 kepsûlên qedexe yên gaza Kolêrê amade kirine û koma ser navê Kumsipiyan jî alîkariyên serede yên lezgîn amade kirine ta ku bi girtina fîlman ji wan ku tê gotin karmendên kanala televîzyonî ya CNN a Amerîkayê van fîlman digirin, îdia bikin ku li halê azadkirina xelkê Idlibê ne.

Wezareta karên derve ya Sûriyê jî şemiya buhurî careka din pêgîrî kir: Tawanên vê dawiyê yên Amerîkayê li ser vê yekê ku artêşa Sûriyê, çekên kîmyewî dijî serhildêr û terorîstên nêzîkî Şamê bi kar anîne, derew in.

Sala buhurî artêşa Amerîkayê wek berteka li hember tawana êrişa kîmyayî ya ser navçeya Xan Şêxûnê li Idlibê ku hate gotin dewleta Sûriyê ev êriş cih aniye, bargeha leşkerî ya El Şeîratê da ber mûşekan.