Sibat 13, 2018 16:59 Asia/Tehran
  •  Lavrov: Emerîka li dû avakirina Nîvwelatekî li rojhilata Firatê ye

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir ku li gor Moskowayê wer tê xûyanê ku Emerîka li dû mayîn û bicihbûna demdirêj û renge jî hertimî li Sûriyê be.

 Li gorî rapora ISNA`yê, Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê li civîna  rojnamevaniyê piştî muzakireyên tev Dîdiyê Rînderz, hevtayê xwe yê belcîkayî re got: Bi giştî em  fikir dikin ku li gor hin nîşanên ku em ê li bara wan biaxivin, Emerîka dixweze ji bo dewreyeke dirêj û renge hertimî di nav Sûriyê de bimîne.

 Li gorî gotina wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Emerîka pêştir gotibû ku  tenê hegera  hizûra hêzên çekdar ên wê li Sûriyê ji bo şerê li hemberî DAIŞê ye. Wî her wiha got: Lê piştî têkçûna terorîstan, Waşengton mayîna xwe li Sûriyê bi cureke din îfade dike.

Wî bal kişand ser kiryarên Emerîkayê li Sûriyê û destnîşan kir Emerîka li wir yekalî û bi talûke reftarê dike û yekperçetiya axa Sûriyê têxe xeterê.

 Lavrov her wiha diyar kir. Li gor bawera min, emerîkî hewl didin ku pêngavên bi talûke rakin û bi vê awayî, ev pêngav pirtir weke parek ji riya avakirina `Nîvwelatekî` li beşeke mezin ji axa Sûriyê li aliyê rojhilata çemê Firatê û nêzîkî sînorê Iraqê tê hesabê.

 Li gorî gotina Lavrov, ev kiryara berî her tiştî pêngavek jibo lawazkirina yekperçetiya erdê Sûriyê ye.

 Wezîrê karên derve yê Rûsiyê xwest ku bila NY ji zellabûna  pêvajoya qanûna bingehîn li Sûriyê xatircem bibe û rawestana li ber hemî aktorên biyanî li Sûriyê bike nimûne ku renge cihanîna biryarnama 2254ê rastî pirsgirêkê bînin. Li vê navberê de wezîrê derve yê Rûsyayê li bara êrişa Tirkiyê ser axa Sûriyê bi taybet li devera Efrînê ti tişt neanî ser zimanê xwe.

 Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir: Rûsiye tim alîgirê beşdariya kurdan li hemî pêvajoyên  aşitiyê li Sûriyê ye û çareserkirina qeyrana Sûriyê bêyî beşdariya wan nemumkin e.