Sibat 13, 2018 16:15 Asia/Tehran
  • Pentagonê ji budçeya 2019`ê 550 milyon dolar bo YPG/HSD`ê terxan kir

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji budçeya sala 2019`ê, 550 milyon dolar ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku li Sûriyê li dijî DAIŞ`ê bi wan re kar dikin, terxan kir.

Hat ragihandin ku Pentagonê ji budçeya xwe ya sala 2019`ê ji bo rahênan û biçekkirina HSD`ê 300 milyon dolar û ji bo avakirina hêzên parastina sînorî jî 250 milyon terxan kiriye.

Pêntagonê berî vîya xwestibû ku 250 milyon dolar ji bo pêkanîna hêza ewlehîya sînor ya pêkhatî ji hêzên kurd were terxankirin.

Li gorî bûceya pêşnîyarîkirî ya sala 2019`ê ji bo Amerîkayê, biryar hatîye dayîn ku 850 milyon dolar ji bo rahênan û teyarkirina hêzên li Iraqê bi merema şerê dijî DAIŞ`ê bê terxankirin. Li daxwaza ku Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê ji bo wergirtina vê asta bûcê hatîye amadekirinê, wiha hatîye: Perwerdekirin, teyarkirin û piştgirîya ji opêrasyona leşkerî yê destkevtên li hemberî DAIŞ`ê bihêz bike û dê pêşîya pêkhatina dubare ya vê koma têrorîst li navçê bigire .

Pêntagonê sala buhurî jî milyardek û 800 milyon dolar ji bo perwerdekirin, teyarkirin û piştgirîya ji opêrasyona leşekrî li Iraqê terxan kiribû.