Sibat 13, 2018 16:07 Asia/Tehran
  •  Keşfkirina çekên îsraîlî li rojhilata Sûriyê

Artêşa Sûriyê raghand ku li navçên azadbûyî ji lepên terorîstên DAIŞ`ê li derdora Dêrazorê li rojhilata vî welatî çekên îsraîlî hatine keşfkirin.

 Çavkanieke  eskerî ya sûrî îro sêşemiyê li gotûbêja bi Sana Newsê re raghand ku hêzên Yekîna  ser bi artêşa  Sûriyê li  encama lêgeriya navçên  azadbûyî ji lepên  koma terorîstî ya DAIŞ`ê li derdora  Dêrazorê li rojhilata  vî welatî, çekên îsraîlî keşf û zevt kirin.

 Vê çavkaniya eskerî destnîşan kir ku hêzên sûrî hejmareke zêde ji kelûmelên  eskerî ji wan hawan, tank û mayn ku hin ji wan yên îsraîlê ne, li gundên  El-Seyal û Heseratê li derdora  rojhilata  bajarê Bûkemalê li derdora  başûrê rojhilata  Dêrazorê keşf û zevt kirin.

 Pêştir  jî yekînên  artêşa Sûriyê dema  paqijkirina  bajarê Meyadînê li başûrê rojhilata  Dêrazorê, gelek çekên îsraîlî kefş kiribûn.

 Rojnama  siyonîstî ya Haarêtsê pêştir nivîsî ku piştgiriya eskerî ya artêşa Îsraîlê ji terorîstan li Sûriyê   li sala buhurî zêde ji 32 milyon dular tê texmînkirin.