Sibat 13, 2018 14:05 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê derdora nexweşxana navenda Efrînê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê îro navenda bajarê Efrînê topbaran kiriye ku di encamê de 3 kes birîndar bûne.

Roussia Today RTyê ragihand ku topxana Tirkiyê îro sêşemê sê top avêtin derdora nexweşxana li navenda Efrînê û di encamê de sê kes birîndar bûn.

Ji aliyê din ve, SANAyê ragihand ku Tirkiyê êrîşên xwe li ser Efrînê zêde kirine ku di encama bombebarankirina xanî û binesaziyên giştî de hin sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.

Herwiha aktivîstên mafên mirovan ragihand ku helîkopterên Artêşa Tirkiyê gundê Demilyê ya navber Raco û Şêx Hedîdê bombebaran kiriye û di heman demê de topxanê jî heman gund toparan kiriye.