Sibat 13, 2018 12:39 Asia/Tehran
  • Fermandarê Giştî yê YPGê: Bila Artêşa Sûriyê Efrînê ji êrîşên Tirkiyê biparêze

Li gorî medyaya erebî, Hemo konferanseke çapemeniyê li ser Skypê bi rê ve bir û li ser pirsyareke ajansa frensî AFPê ya gelo YPG dê qebûl bike Artêşa Sûriyê têkeve Efrînê yan na, wiha got: "Ti kêşeya me tine ku Artêşa Sûriyê ji bo Efrînê û sînorên wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê biparêze."

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Hemo got: Hikûmeta Sûriyê her dem dibêje, "Efrîn beşek ji Sûriyê ye. Em jî her dem dibêjin: Eger beşeke Sûriyê be, nexwe bi peywira xwe rabe."

Fermandarê YPGê di axaftina xwe de teqez kir ku ew beşên di kontrola wan de beşên axa Sûriyê ne.

Hikûmeta Sûriyê êrişa Tirkiyê ser Efrîn wek desdirêjiya ser axa Sûriyê bi nav kiriye û wê şermezar dike. Li gor gotina rayedarên sûrî ji ber ku artêşa Sûriyê li deverên din bi terorîstan re şer dike û ji Efrînê dûr e hîn nekariye  bikeve Efrînê bona parastina wê.