Şam: Her kesê destdirêjîyê ser Sûrîyê bike dê tûşî balafira cengê ya israîlî bibe
Sibat 12, 2018 20:34 Asia/Tehran
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê pêgirî kir ku her kesê êrişî Sûrîyê bike dê tûşî qedera balafira cengê ya israîlî bibe.
Li gorî rapora ajansa nûçan a SANA`yê, Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê li merasimekê ku li sefareta Îranê li Şamê bi boneya salvegera serketina inqilaba islamî ya Îranê hat lidarxistinê got: Jordaxistina balafira cengê ya israîlî nîşan da ku Sûrîye zivirîye ser halê xwe û biryar daye li hemberî dijminên xwe ser bikeve.
Wî qedrê Îranê ji ber piştgirîya ji Sûrîyê li hemberî êrişa bîyanîyan û pûçkirina plana Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst ji bo kivşkirina Qudsê wek paytexta Israîlê girt.