Sibat 12, 2018 18:31 Asia/Tehran
  • Komsyona Ewropayê: Bila alîyên şêrr li Sûrîyê ser hemdê xwe bin

Komsyona Ewropayê ji alîyên şêrr ên li Sûrîyê xwest ku bi fesal bin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, berdevkê Komsyona Ewropayê pêgirî kir ku alîyên şêrr li Sûrîyê û hevgirtîyên wan ên navçeyî divê ji bo girtina pêşîya berfirebûna zêdetir a şîdet û pevçûnê li navçê, ser hemdê xwe bin.

Berdevkê Komsyona Ewropayê herwisan got ku dijwarbûna gêreya leşkerî li Sûrîyê ji wan bûyerên ku vê hefteyê li sînorê rêjîma Israîlê qewimîn, dilgirankir in.

Vî rayedarê ewropî herwiha ragihand, diqewime ev demajoya bibe sedema berfirebûna xetera nearamîyan.