Çile 14, 2018 18:39 Asia/Tehran
  • Dewama serketina artêşa Sûriyê li hemberî terorîstan

Hêzên artêşa Sûriyê zêde ji 40 gund li başûra parêzgeha Helebê ji destê terorîstan azad kirin.

Li gor rapora telivîzyona El-Exbariye, Artêşa Sûriyê li dewama serketinên xwe yên dijî terorîstan karîn çend pêgehên dine terorîstên Cibhetul-Nusreh li başûra Helebê jinav biben.

Artêşa Sûriyê herwisa rêya peywendiya terorîstan li başûra Helebê û derûdora Hemayê li rojavaya Sûriyê qut kirin.

Hêzên sûrî li operasiyonekî dine dijî terorîstan li parêzgeha Idlibê derbeyên giran li terorîstên Cibhetul-Nusreh xistin.

Ji aliyê dinve hatiye ragihandin ku grûpên terorîstî hemû hêza xwe li derûdora bajarê Sencarê û balafirgeha Ebûzihûr li başûra Idlibê kom kirine û hema dixebitin ji van navçan êrişî ser hêzên sûrî bikin lê rastî berxwedana hêzên sûrî hatine û gelek ji van terorîstan jî hatine kuştin yan jî birîndar bûne.